Encamên destpêkê yên referandumê li bajar û bajarokê Kurdistanê
Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji çavkaniyên taybet ên di nava Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan û Referanduma Herêma Kurdistanê bi dest xistine, hejmara kesên ku deng dane û rêjeya dengê Belê û Nexêr bi vî awayî ye:
Helebce: 40 hezar kesan deng dane ku 23 hezar deng Belê, 7 hezar û 700 deng Nexêr bûne û 300 deng jî yên betal û şewitî ne.
Mûsil: 213 hezar deng hatine dan ku 197 hezar Belê, 4 hezar deng Nexêr û yên din jî dengên betal û şewitî ne.
Diyale: 167 hezar kesan deng dane, ku 165 hezar Belê, 1 hezar û 500 deng Nexêr û 500 deng jî yên betal û şeiwtî ne.
Selahedîn: 65 hezar deng hatine dan, ku 64 hezar deng Belê û 1 hezar deng Nexêr in.
Hewlêr bêyî Koye: 740 hezar kesan deng dane ku 690 hezar deng Belê, nêzîkî 50 hezar deng Nexêr û yên din jî betal û şewitî ne.
Kerkûk: Li bajarê Kerkûkê %78.77ê xelkê beşdarî di refeandumê de kirine û nêzîkî %85ê beşdarbûyan dengê Belê dane.
Paş kêmek din encamên Silêmanî û Duhokê jî dê werin belavkirin.
Ev encam nefermî ne û ji bi awayekê fermî ji aliyê Komîsyona Bilinda Hilbijartinan û Referandumê ya Herêma Kurdistanê ve nehatiye piştrastkirin.
Rudaw
