Nazim Debax: Îran daxwaza girtina nûneratiya Herêma Kurdistanê nekiriye
Nazim Debax ragihand ku hîna Îran li ser nerîna xwe ye derbarê referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê û encamdana piroseyê baş nabîne.
Debax diyar kir, ku Îran ti karvedanek beramberî encamdana referandumê nedaye xuyakirin û zelel kir ku ew li gel çend berpirsên Îranê civiyaye û ti berpirsekî behsa girtina nûneratiya Herêma Kurdistanê li Taranê nekiriye û niha ew nirxandinê ji encamên referandumê re dikin.
K24
