• Friday, 20 February 2026
logo

Biryarderekî kongressê :Mafê Kurdan heye biryarê li ser çarenivîsa xwe bide

Gulan Media September 26, 2017 Nûçe
Biryarderekî kongressê :Mafê Kurdan heye biryarê li ser çarenivîsa xwe bide
Endamekî Kongressa Amerîkayê pîrozbahî li serkeftina referandûma serxwebûna Kurdistanê dike û piştevaniya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê derbirî.

Îro, Sêşemê 26.09.2017 Kongressmanê Demokratiyan û endamê Komîta Pêwendiyên Derve yên Encûmena Nûnerên Amerîka Eliot L. Engel di daxuyaniyekê de ragihand, roleke aktîv ya hikûmeta herêma Kurdistanê li ser DAIŞê hebû û endameke aktîv ya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê bû, ji ber wê mafê Kurd heye biryarê li ser çarenivîsa xwe bide.

Eliot L. Engel daxwaz ji serkirdayetiya Kurd dike bi piştbestin bi encamên referandûmê maleke Kurdî ya xurt damezrîne û hewl ji bo damezrandina dewleta Kurdistanê bide.

Basnews
Top