Komîsyona Blind a Hibijartinê: Dengên ‘’Belê’’ bi rêjeyek pir bilind li pêş in!
Aram Biradostî ji K24ê re ragihand: "piroseya cudakirina dengan li Hewlêrê bidawî hatiye û niha ew mijûlî komkirina dengan in û piştre ewê datayan radestî komisyonê bikin."
Biradostî got: "Tevî ku heya niha bi fermî encam nehatine eşkerekirin, lê bi giştî encam cihê dilxweşiyê ne û di navbera dengên ‘’Belê’’ û ‘’Nexêr’’ de cudahiyeke gelekî mezin heye, dengên Belê bi rêjeyekê mezin li pêş in".
Navborî diyar kir: "Tiştê giring ew e ku piroseya dengdanê bi awayekî serkeftî birêve çû, dikarim bêjim li Hewlêrê ti pirsgirêk çênebû."
Basnews
