Rêjeya beşdariya di referandumê de hat aşkerekirin
Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê ya Herêma Kurdistanê amara rêjeya beşdariya xelkê di referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê de aşkere kir.
Li gorî amara komîsyonê, heta demjimêr 15:00ê îro piştî nîvro %65ê dengderên xwedî mafê dengdanê beşdarî di referandumê de kirine.
Herwiha li gorî komîsyonê, nêzîkî 5 milyon û 200 hezar kesan mafê dengdanê hene û proseya dengdanê jî dê heta demjimêr 18:00ê êvarî berdewam dibe.
Proseya dengdanê ji saet 08:00ê sibehî ve dest pê kiriye û dengdêrên Başûrê Kurdistanê ji nîvê şevê ve ketibûn nobetê daku di demek herî zû de herin ser sindoqên dengdanê.
Dengdêr dê dengên xwe yên “Erê” yan jî “Na” ji bo vê pirsê bikar bînin: “Gelo hûn dixwazin Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bibin dewleteke serbixwe?”
Referandum dê li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Helebce, Kerkûkê û herwiha navçeyên Xurmatu, Xaneqîn, Mendelî, Celewla, Qeretepe, Şingal, Mexmûr, Tilkêf, Hemdaniye, Şêxan, Zûmar, Rebîe, Nemrûd û Bertileyê proseya dengdanê birêve biçe.
Kurdistaniyên li derveyî welat dijîn dê bikarin li ser sîstema elektronîkî dengên xwe bikar bînin.
Li Herêma Kurdistanê 7 hezar û li navçeyên nakok jî 5 hezar, bi giştî dê li 12 hezar navendan deng werin bikaranîn.
Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartin û Referandumê beriya niha eşkere kiribû, ku bi tevê navçeyên Kurdistanî yên nakok, dê zêdetirî 5 milyon û 200 hezar kes xwediyê mafê dengdanê ne.
Rudaw
