• Friday, 20 February 2026
logo

Dayika Şehîdan dengê xwe da

Gulan Media September 25, 2017 Nûçe
Dayika Şehîdan dengê xwe da
Dayika Ayişe ya navdar e bi navê Dayika Şehîdan, li binkeyeke qezaya Soran dengê xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê da.

Dayika Ayişe di dema dengdanê de ji K24ê re got: “Dilxweş im ku xwîna kurên min bi vala naçûn, daxwaza min nemirim, ta dewleta Kurdistanê dibînim.”

Roja 25ê Cotmeha 2014an, her sê birayên Pêşmerge Ehmed Osman, Necat Osman û Mewlûd Osman ku kurên dayika Ayişe Taha Osman in, li mihwerê Zumar di dema berevaniya li Kurdistanê de, şehîd bûn.

Roja 23ê Çileya 2015an, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nasnava Dayika Şehîdan li Dayika Ayişe kir.

K24
Top