• Friday, 20 February 2026
logo

Di nav civaka navnetewî de piştgiriya referandumê zêde dibe

Gulan Media September 25, 2017 Nûçe
Di nav civaka navnetewî de piştgiriya referandumê zêde dibe
Balyozê berê yê Amerîkayê li Xirwatistanê Peter Galbraith got, divê rayedarên Herêma Kurdistanê li ser mijara giştpirsiya serxwebûnê gav paşve neavêje û destnîşan kir ku piştî giştpirsiyê welatên cîhanî jî dê piştgiriyê bidin Kurdistana serbixwe.

Ji bo giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê tenê roj bi roj piştgiriya navdewletî ya ji bo giştpirsiyê jî zêdetir dibe.

Peter Woodard Galbraith ku piştî belavbûna dewleta Yugoslavya û damezrandina Xirwatistanê weke yekem dîplamatê amerîkî hatibû tayînkirin ji Rûdawê re got, her tim rîska giştpirsiya serxwebûnê heye lê mana di nav pevçûnên mezhebî yên Iraqê de xetertir e.

Balyozê berê yê Amerîkayê li Xirwatistanê Peter Galbraith diyar kir ku dewletê cîhanî 2 meh an çend mehên din piştî giştpirsiya Başûrê Kurdistanê mecbûr in serxwebûna Kurdistanê nas bikin.

Peter Galbraith wiha got: “Tiştek nema li ser bê axaftin. Çimkî Bexdayê ragihand ku piştî giştpirsiyê bi Kurdan re danûstandinê nakin. Ev yek gelek asayî ye, wan tenê dixwest kurd neçin giştpirsiyê. Barzanî bi zelalî got, danûstandin ligel Bexdayê bidawî nabin. Dibe ku salek yan jî du salan rewş wiha berdewam bike. Piştî giştpirsiyê qonaxa serxwebûnê dest pê dike.”

Balyozê berê yê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) JohnR. Bolton ragihand, ku ew bi hemû awayî piştgirî dide giştpirsiya Başûrê Kurdistanê.

John R. Bolton, ku yek ji dîplomatê navdar ê Amerîkayê ye û kesekî nêzîkî rêveberiya Trump e, li ser navnîşana xwe ya taybetî ya twîtterê ragihand, “Dema wê hatiye kurdên Iraqê dengê xwe li ser hêvî û mirazên xwe bidin.”

John Bolton, ku yek ji berbijêrê wezîrê derve bû, beriya niha jî ragihandibû; “Kurd nêzîkî serxwebûnê ne û defakto serxwebûna xwe radigihînin.”

Çend parlamenterên ji parlamentoya Birîtanyayê ku di nav wan de Nedim Zehawî jî heye ji bo piştgirî û giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê hatine Hewlêrê.

Nedim Zehawî ji Rûdawê re diyar kir ku ev piştevaniya giştpirsiyê dikin û got: “Di rojake wiha dîrokî de nedibû em ne li Kurdistanê bin.”

Konsulê berî yê Fransayê li Hewlêrê Fredrîc Tîsso piştgiriyê dide serxwebûna Kurdistanê lê hişyariyê jî dide kurdan û dibêje: “Divê kurd yekîtiya xwe biparêzin. Ji ber ku piştî giştpirsiyê dê dijminên we hewl bidin yekgirtina we xirabikin.”

Fredrîc Tîsso gotibû: “Divê gelê kurd hişyar be û bi hêz kar bike. Divê yekgirtî be û bi yekgirtî bimîne. Ji ber ku piştî giştpirsiyê dê dijminên we hewl bidin yekgirtina we xirabikin.”

Sekretera Navdewletî ya Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê Andrine Winther ku li wî welatî partiya desthilat e, piştgiriya partiya xwe ya ji bo giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê ragihand.

Sekretera Navdewletî ya Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê Andrine Winther ji Rûdawê re diyar kir: “Li ser diyarkirina mafê çarenûsê, em piştgirî didin hemû neteweyan.”

Li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê îro 25-09-2017, ji bo giştpirsiya serxwebûnê diçin ser sindoqan.

Dengdêrên Başûrê Kurdistanê dê li gorî dema Hewlêrê di navbera demjimêr 08.00 - 18.00ê de dengên xwe bikar bînin.

Rudaw
Top