Şingal – Di navbera çekdarên PKKê û Heşda Şeibî de şer derket
Fermandeyê Pêşmerge li Şingalê, Qasim Dirbo ji BasNewsê re got, îro li devera Bab Elşo ya Şingalê, di navbera çekdarên PKKê û Heşda Şeibî de şer derket.
Qasim Dirbo da zanîn, di wî şerî herî kêm 3 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin û komek jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, di wî şerî de 2 çekdarên PKKê jî hatine kuştin. Sebeba derketina şer jî ew bûye ku çekdarên Heşda Şeibî xwastine ji devera di bin destê PKKê re derbasî Sûriyê bibin lê çekdarên PKKê nehîştine.
Basnews
