Îran dê gvaştinan li ser bexdayê bike bi xiwastên Herêmê razî bibe
Ajansa Firans Pirês ji zarê jêderekê bilind li bajarê Silêmaniyê belav kir: Qasm Silêmanî fermandeyê pasdarên Îranê dubare hatîye Herêmê daku civinan di gel serkirdeyên Herêmê bike.
Got jî: Îro fermandeyê pasdaran li Silêmanîyê ye û piştî hingê dê seredana Hewlêrê jî bike, wek dawîy seredana navbirî berya encamdana Referandomê.
Ajansê xuya jî kir: Qasm Silêmanî di serdanên xwe yên borî jî da soz daye givaştinan li ser desthelatdarên Bexdayê bike bi xiwastên Kurdan razî bibin ji wana jî pirsên budceya Herêmê û kêşeya mûçeyên pêşmergey û deverên kêşe li ser.
K24
