Naveroka civîna hikûmet û parlamentoya Kurdistanê
Ev civîn taybet bû ku tê de, pirsa hilweşandia paşkefê miaşan, pirsa şefafiyê di dahatiniyê neftê de, destnîşankirina kandîdatan ji bo sindoqa dahatiniyê neft û gazê û hijmareke din ya pirsên aktuel gotûbêjkirin.
Piştî bidawîhatina civînê, serokatiya parlamentoyê li ser encamên civînê daxuyaniyek weşand ku tê de dide xuyakirin li ser van xalên li jêr li hev kirine:
1- Hikûmeta Herêma Kurdistanê û komîteyên peywendîdar yên parlamenoya Kurdistanê dê li ser amadekirina sîstema nû ya miaşê karmendên Kurdistanê ku hikûmetê reşnivîsek jê re amadekiriye, bicivin.
2- Xweamadekirina ji bo damezrandina sindoqa dahatiniyê neftê û destnîşankirina kandîdatan ji bo rêvebirina wê sindoqê.
3- Di navbera parlamento û hikûmetê de hevahengiyeke baş li ser tev pirsa hebe.
4- Piştî ev pirs hemû tên amadekirina, parlamentoya Kurdistanê civîneke taybet ji bo minaqeşekirina wan pirsan saz dike.
