Daxuyaniya Encûmena Bilinda Referandûmê
Li civînê de pêşhatên dawî yên siyasî û nûtirîn helwestên civaka navdewletî û Iraqê nirxandin.
Civînê de gihîştin van biryaran:
Yekem: Ji ber wê yekê ku hê jî ew bedîla ku cihê referandûmê bigrê negihîştiye û dema guncaw jî nemaye, eger mîsogeriyeke tevahî ji bo serxwebûna Kurdistanê nedin, referandûm di dema diyarkiriya xwe de birêve diçê.
Duyem: Biryar dan ku bi hemû awayek dergehê guftûgoyê li gel Bexda bi vekirî bihêlê û dema pêwîst pê bê dayîn.
Sêyem: Civînê de biryarê dan ku ji bo rûnkirina helwestên dawî, şanda danustankarê Encûmena Bilinda Referandûmê, roja şemiyê 23.09.2017 serdana Bexda bike.
Çarem: Encûmena Bilinda Referandûmê biryar da, sekreteriyeta Encûmena Bilind, her dû projeyên mafê pêkhatan û ragihandina prensîpa giştî ya dewleta serbixweya Kurdistanê, berî 25.09.2017 belav bike.
