• Friday, 20 February 2026
logo

Seroka Fransa li rêya telefonê peywendiyê bi Serok Barzanî kir

Gulan Media September 22, 2017 Nûçe
Seroka Fransa li rêya telefonê peywendiyê bi Serok Barzanî kir
Roja pênçşem 21.09.2017 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê peywendiyekî telefonî ji birêz Emmanuel Macron Serokê Fransa ve pêgihîşt.

Li vê peywendiya telefoniyê da Serok Komarê Fransa pesnê Kurdistanê kir û rola Kurdistanê li şerê Da'îş û hewandina koçber û lêqewimiyan bilind nirxand. Her wiha piştevaniya welatê xwe jî ji bo "yekperçeyî ya Iraq" û "mafên gelê Kurdistanê li çarçêweya destûra Iraqê da" xisterû û daxwaz jî kir referandûm bê paşxistin.

Li beranber da Serok Barzanî spasiya Serok û hikûmet û gelê Fransa kir ji bo piştgîriya berdewamiya wan ya ji bo Kurdistanê, ragihand referandûm di dema diyarkiriya xwe da tê encamdan û dergeha guftûgoyê jî nehatiye girtin û piştî referandûmê, Kurdistan li gel Bexda guftûgoyê dike.

Top