• Friday, 20 February 2026
logo

Ehmed Turk: Divê referandûma serxwebûna Kurdistanê de rêjeyeke mezin a dengên ‘’Belê’’ derkeve!

Gulan Media September 21, 2017 Nûçe
Ehmed Turk: Divê referandûma serxwebûna Kurdistanê de rêjeyeke mezin a dengên ‘’Belê’’ derkeve!
Siyasetmedarê Kurd yê xwedî ezmûn Ahmet Turk diyar kir ku di xeyala her Kurdekî de dewleta Kurd ya serbixwe heye û got ew bi her awayî bi dil û can piştgiriya Referandûma 25ê Îlonê ya Serxwebûna Kurdistanê dikin. Ahmet Turk ragehand ji bo ku civaka navneteweyî daxwaza gelê Kurd baş fêm bike pêwîste di referandûmê de bi dengekî bilind "erê" derbikeve.

Sîyasetmedarê Kurd û Şaredarê bajarê mezin ê Mêrdînê yê berê Ahmet Turk ku di siyaseta Tirkiyê de pêşeng e, referandûma serxwebûna gelê Kurdistanê nirxand. Turk got referandum dê di dîroka Kurdan de cihek giring bigre û ew bi dil û can piştgiriyê didin vê biryarê.

Ahmet Turk ji K24ê re wiha axivî: "Em bi her avayî bi dil û can alîkarê vê biryarê ne. Yanî 25ê Îlonê de ji bo pêşwazîkirina referandûmê yan jî ji bo gel, ji bo hemû Kurdan rastî jî biryareke gelekî giring e. Rastî jî vê biryara Kak Mesûd Barzanî jî em baş dizanin ji bo Kurdistaneke serbixwe di xeyala wî de, ji bo wî gelekî mezin e."

Ahmet Turk teqez kir, ji bo hemû cîhan vê xwesteka Kurdan bibîne, di referandûmê de derketina bi dengekî bilind 'Ere' giring e.’’ û ragehand: "Yanî tabî hêviya me ew e ku hemu Kurd, partiyên Başur dê referandumê de dengê xwe bidin û gelê Başur piştî biryar hat dayîn dê gel referandumê xwedî derkevin bi dengekî bilind erê derkeve. Yanî piştî ku ew biryara hat dayîn 25 îlonê wexta referandumê dengekî bilind dernekeve hemu cîhan dê referandumê bînin ziman dê niqaş bikin wê bejin binêrin waye kurd jî naxwazin. yanî ji ber gerek Kurd wê bibînin."

Ahmet Turk rave dike, mafê Kurdan yê serxwebûnê yek ji wan mafên bingehîne ku di peymanên navneteweyî de cih digre. Lê belê Turk dibêje têkiliyên nawneteweyî, polîtîkayên derve yên welatan li ser berjewendiyan tên sazkirin û ji ber vê yekê jî divê dîplomasiyeke bihêz bê meşandin ku di qada navneteweyî de piştgiriya bo serxwebûna Kurdistanê bê wergirtin.

Şaredarê berê yê Mêrdînê wiha berdewam kir: "Rastî jî îro têkiliyên dewletan li ser berjewendiyan tên meşandin, li ser aborî tê meşandin. Mafê mirov, hiqûqnasî, ew miletên ku bibin xwedî bandor, xwedî statu li ser vê yekê îro cîhan nasekine. Berjewendiyekê li kûderê bibînin li wê derê ne. Sibê îro di Kurdistanê de berjewendiyeke mezin bibinin ew ê siyaseta xwe biguherînin."

Ahmet Turk têkiliyên di navbera Tirkiyê û Kurdistanê de jî nirxand û amaje pê kir ku her du alî jî ji van têkiliyên di warê aborî de qezencek mezin werdigrin. Ji ber vê yekê jî her du alî dê di dahatûya têkîliyan de vê xalê bidin ber çavan.

Basnews
Top