• Friday, 20 February 2026
logo

Amerîka: Biryara referandûmê destkeftên mezin gihande kurdan

Gulan Media September 21, 2017 Nûçe
Amerîka: Biryara referandûmê destkeftên mezin gihande kurdan
Wezareta Derve ya Amerîkayê dubare ragihand, ku ew li dijî referandûma Başûrê Kurdistanê ne û berdêla referandûmê ji rêveberiya Herêma Kurdistanê re hatiye pêşkeşkirin. Herwiha diyar dike, ku heta niha biryara referandûmê destkeftên mezin anîne û Kurdistan dikare şanaziyê bi van destkeftan ve bike.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku welatê wê li dijî biryara referandûma 25ê Îlonê ya Herêma Kurdistanê ye.

Heather Nauert got: “Hemû çîranên Iraqê bi kirdarî û hemû civaka navdewletî î li digî vê referandûmê ne. Amerîka daxwazê ji serkirdetiya kurd dike, ku berdêl û alternatîfa hatiye pêşkeşkiirn qebûl bike. Li gel hikûmeta navendî, bi hevkariya Amerîka, Neteweyên Yekgirtî û hevbeşên din, li ser hemû pirrsgirêk û pêwendiyên paşerojê yên Hewlê û Bexdayê, guftûgoyên cidî bike.”

Nauert diyar kir, ku eger referandûm were kirin dê egera guftûgoya li gel Bexdayê jî kêm bibe û alternatîfa ku civaka navdewletî jî pêşkeş dike, bidawî bibe.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê amaje bi wê yekê kir, ku dibe referandûm bandoreke xirap li ser tevahiya Iraqê bike û got: “Ji niha ve giştpirsiyê bandoreke nerênî li şerê DAIŞê kiriye.”

Bi gotina Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê, bi teybetî jî biryara referandûmê ya li herêmên nakok ên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, dibe sedema zêdebûna alozî û ne seqamgiriyê, ku grûbên tundrew ên weke DAIŞê jî tiştekî wiha dixwazin.

Heather Nauert destnîşan kir, ku mijara navçeyên nakok û sînoran divê bi riya guftûgoyê û li gorî destûrê werin çareserkirin, ne ku bi biryarên yekalî û bi bikaranîna hêzê.

Nauert got: “Her çi qas ti hevbeşekê Iraqê naxwaze ev yek çêbibe jî lê dibe referandûm pêwendiyên bazirganî yên Kurdistanê û hemû curên alîkariya navdewletî jî bixe nava metirsiyê. Em dixwazin serkirdetiya kurd berdêla ku hatiye pêşkeşkirin qebûl bike, ku piraniya daxwazên rewa yên gelê kurd di nav de ye. Herwiha ev alternatîf dibe sedema pêwendiyeke nû û bi berhemdar a di navbera Bexda û Hewlêrê de, ku sûda hemû gelê Iraqê di vir de ye.”

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert da xuyakirin: “Kurd dikarin şanaziyê bi destkeftên biryara giştpirsiyê yên heta niha bike. Kurdan bi vê biryarê yekgirtina navxwe pêk anî. Parlamentoya wan piştî 2 salan dest bi kar kir.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de Heather Nauert diyar kir: “Niha berdêla ku ji aliyê Amerîka û civaka navdewletî ve tê piştgirîkirin hemû alternatîfên giştpirsiyê pêşwazî dike.”

Rudaw
Top