• Friday, 20 February 2026
logo

Balyozê Erebîstanê li NY: Emê pêwendiyên xwe yên li gel Kurdistanê bihêztir bikin

Gulan Media September 21, 2017 Nûçe
Balyozê Erebîstanê li NY: Emê pêwendiyên xwe yên li gel Kurdistanê bihêztir bikin
Balyozê Erebîstana Siûdî li Neteweyên Yekgirtî (NY) Ebdullah Mûelimî ragihand, ku herweke beriya giştpirsiyê, piştî giştpirsiyê jî dê pêwendiyên welatê wî li gel Kurdistanê bi hêz bin.

Balyozê Erebîstana Siûdî li NY Ebdullah Mûelimî di dema civîna Neteweyên Yekgirtî yên li New Yorkê de bersiv da pirsên Rûdawê û behsa pêwendiyên welatê xwe yên li gel Herêma Kurdistanê û giştpirsiya Başûrê Kurdistanê kir.

Li ser pirsa, helwesta Şanişîna Erebîstana Siûdî ya li hember giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê û cihêbûna Iraqê Mûelimî got: “Şanişîna Erebîstana Siûdî li pişt Iraqê disekine bi tevê hemû pêkhate û gelên wî. Erebîstanê ji bo dîdara li gel Serok Barzanî û gotûbêja vê mijarê, nûnerê xwe yê taybetî şande Kurdistanê. Baweriya me bi siyaseta hekîmane ya Barzanî heye, ku di dawiya dawîn de dê li ser vê pêvajoyê serkeftî be. Erebîstana Siûdî di wê baweriyê de ye, ku pêwîste di vê demê de Iraq yekparçe bimîne û gelên wî jî di vê çarçoveyê de bi yekgirtî bimînin.”

Derbarê pirsa: “Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ku dê giştpirsî were kirin û di qonaxa pişt de danûstandin dest pê bikin. Gelo dê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Erebîstanê di heman astê de berdewam bibin?”, Ebdullah Mûelimî wiha axivî:

“Pêwendiyên me yên li gel Herêma Kurdistanê bi dehan sal e heye û pêwendiyên dostane û baş in. Di gelek qonaxan de em piştevanê gelê kurd bûn. Dema em derbarê giştpirsiyê de nêrîna xwe dibêjin, vê rastiyê piştçav nakin, ku di vê demê de rewşa cîhanê û ya herêmê parçebûneke zêdetir qebûl nake. Lewma em dixwazin tevahiya gelê Iraqê pişta hev bigrin. Pêwendiyên me yên li gel Herêma Kurdistanê, herweke beriya giştpirsiyê, piştî giştpirsiyê jî dê bihêz bin.”

Balyozê Erebîstana Siûdî li NY Ebdullah Mûelimî diyar kir, ku pêwendiyên welatê wî li gel Iraqê jî bi teybetî piştî serdana Heyder Ebadî baştir bûne û ew dixwazin diyaloga xwe pêşve bibin.

Rudaw
Top