Çalakvanê ereb: Baştire Ehwaz û Filistîn rizgar bikin ne dijatiya Kurdistanê bikin!
Çalakvanê siyasî yê erebên Ehwazê Rehîm Hemîd ji tora xwe ya civakî facebookê de ragehand, ew gelên bindestê dagirkerên Îranê de tên çewsandin û dijatiya mafê serxwebûna herêma Kurdistana Iraqê dikin, ne hêjayî azadî ne, ti demê jî mafê jiyana wan a bi azadî û bi kerametê ve tineye.’’
Rehîm Hemîd bi pêwîst dizane gel û hikûmetên ereb di cîha dijatî kirina referandûma herêma Kurdistanê biçin Ehwaz û Filistînê rizgar bikin.
Ehwaz navçeyek başûrê Îranê ye, piraniya erebên Îranê li wê navçeyê dijîn, ku daxwaza cudabûnê li wî welatî dikin.
Basnews
