Parlamenterê AKPê: Dijatîya Tirkiyê ji bo Referandomê neraste
Galip Ensarioglu parlemantarê AKPê yê Amedê di hevdîtineka xwe ya rojnamevanî da got: Parlemantarên AKPê ên dijatîya Referandoma serxwebûna Kurdistanê diken hejmara wan keme û di wê yekê jî da di rast nînin.
Herwisa diyarkir: Herêma Kurdistanê ji sedema pêşêlkarîyên hikumeta Bexdayê biryara Referandomê daye, Mes’ûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi biryara Referandomê mafekê rewa bikaranîye.
Wî parlemantarê AKPê got: Kerkûk ser bi Herêma Kurdistanê ve be ji bo Tirkiyê baştire ji berku li paşerojê dê peywendîyên baştir di gel Tirkiyê hebin.
Bi gotan parlemantarê AKPê yê Amedê dijatîya her yek ji Goranê, DBPê û PKKê ji bo Referandomê sedemin ku Referandom ji bo Tirkiyêa karekê herî baş be.
Waar.tv
