Çavuşoglu: Em gefên rasterast li Kurdistanê nakin
Mevlut Çavuşoglu di hevpevînekê de li gel kanala televîzyonî ya Alarabiya ya Erebistana Siûdiyê behsa referanduma Herêma Kurdistanê û helwesta Enqerê li hember vê referandumê kir.
Çavuşoglu ji Alarabiya re got: “Di demên bihorî de me piştgirî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Pêşmerge kiriye û me ti pirsgirêkek li gel kurdên Sûriyê, Tirkiye û Iraqê nîne, lê belê referanduma Herêma Kurdistanê xizmeta îstiqrara deverê nake û alozî û tundûtîjiyek zêdetir çê dike.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyê herwiha hişyarî da û got, “ divê heta roja înê 22ê Îlona 2017ê ku biryar e Encumena Asayişa Netewî û herwiha Encumena Wezîran a Tirkiyê bicivin û helwesta fermî ya Enqerê derbarê referandumê de aşkere bikin, Herêma Kurdistanê referandumê rawestîne û ji biryara xwe poşman bibe.”
Mevlut Çavuşoglu tekezî li ser piştgiriya Tirkiyê bo yekîtiya xaka Iraqê kir û derbarê çêbûna şerekî navxweyî li Iraqê de jî hişyar da. Çavuşoglu got: “Eger ev referandum li Iraqê birêve biçe, renge şerê navxwe çê bibe û em jî piştgiriyê li serweriya xaka Iraqê dikin.”
Daxuyaniya nû ya Çavuşoglu piştî wê yekê tê, ku her îro duşembiyê Wezîrê Derve yê Tirkiyê û Berpirsê Fermangeha Pêwnediyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa li bajrê New Yrokê li ser mijara referandumê bi hev re civiyan.
Piştî civîna vi Felah Mistefa re, Çavuşoglu di peyamekê de li ser hesaba xwe ya twitterê ragihand, ku wan weke Tirkiyê cardin peyama xwe gihande berpirsên Herêma Kurdistanê.
Biryar e referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê di 25ê Îlonê de were encamdan.
Rudaw
