• Friday, 20 February 2026
logo

Cîgirê serokê Perleman bi tundî bersiva Nûrî Malikî dide.

Gulan Media September 18, 2017 Nûçe
Cîgirê serokê Perleman bi tundî bersiva Nûrî Malikî dide.
Cîgirê serokê Perlemana Kurdistanê Ceifer Iminkî, li ser daxuyaniyên li dijî referandoma serxwebûna Kurdistanê ku biryar e 7 roj din were encamdan, bi tundî bersiva cîgirê serokê Iraqê Nûrî Malikî da.

Derbarê daxuyaniyên Malikî, ku têde gotibû "Em rê nadin Israîla diwem li bakurê welat çêbibe". Iminkî ew daxuyanî red kir û got: “Ew daxuyanî ji aliyê kesekî ve hatine dayin ku di dîroka Iraqê de bêmînake bi dîktatorî û takrewiyê, ew kes jêdera hemû azar û dijwarî û beleyan e ku hatine serê xelkê Iraqê."

Derbarê gotina “Israîla Diwem” Cîgirê serokê Perlemana Kurdistanê dibêje: "Bi qasî ku welatiyên Iraqî di salên desthilatdariya Malikî de hatine kuştin, Israîl ew qas ji ereban nekuştiye, Malikî nanê xelkê Kurdistanê birrî ye, lê Israîl tiştek li dijî Kurdistanê nekir ye."

Iminkî diyar kir, ku ew ji cîgirê serokê Iraqê re dibêje: “Bila ji wan gotina bêtir zêdegaviyan meke, û bila piştrast be, ku gelê Kurdistan rê nade ew û kesên wek wî nigê xwe li ser axa Kurdistan deynin û careke din xwe bikin desthelat."

K24
Top