Hêzên Pêşmerge dest li ser çendîn çek û teqemeniyên Heşda Şeibî danîn
Nûçegihanê K24 li Kerkûkê ragihand: "Şevê din Heşda Şeibî dixwest çek û teqemeniyan bîne Kerkûkê, lê li rêbenda Daqûqê hêzên polîs û asayişê dest li ser wan çekan danîn û piştre radestî hêzên komando yên Şêx Ceifer Mistefa, fermandeyê hêzên 70 yên Pêşmerge kirin."
Herweha nûçegihanê K24ê got: "Ji bilî wan çekan, hêzên Pêşmerge 8 çekdarên Heşda Şeibî desteser kirin, ku bi niyet bûn wan çekan derbasî nav Kerkûkê bikin."
K24
