• Friday, 20 February 2026
logo

Kerkûk.. PDK û YNK lijneyek ji bo bangeşeya referandomê pêkanî

Gulan Media September 17, 2017 Nûçe
Kerkûk.. PDK û YNK lijneyek ji bo bangeşeya referandomê pêkanî
Partî Demokratî Kurdistan û Yekîtîya Nîştîmanî îro lijneyeka hevpişik ji bo bangeşeya Referandomê li Kerkûkê pêkanî û dê dest bi karî bike.
Li gorî zanyaryên WAAR îro liqa sê ya Partê Demokratî Kurdistan û melbendê Yekîtyê li Kerkûkê civinek lidarxist û biryar hat dayîn, lijneyeka hevpişik ji bo karên Referandomê û bangeşeya wê hat pêkanîn.
Mihemed Xurşîd berpirsê liqa Partî li Kerkûkê piştî civinê ragihand; Serxistina Referandomê li Kerkûkê dê karê serekî yê lijneya hevpişika Partî û Yeketyê bin.
Herwesa diyarkir: Her îro êvarî û ji bo armanca bangeşa Referandomê civinek li navbera alîyên Kurdistanî yên Kerkûkê dê bê lidarxistin.

Waar.tv
Top