• Friday, 20 February 2026
logo

Tirkiye hêzên xwe li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê zêde dike

Gulan Media September 17, 2017 Nûçe
Tirkiye hêzên xwe li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê zêde dike
Artêşa Tirkiyê 18 wesyitên zirîpoş ji navçeya Iskenderûnê veguhest ber bi navçeya Reyhanliyê ve.

Veguhestina wesayitên leşkerî di bin bergiriyên berfireh yên ewlekariyê de pêk hat û li gorî zanyariyan, dê li ser sînor werin bicihkirin.

Navçeya Reyhanliyê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê beramberî bajarê Efrînê ye.

Duh serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, careke din gef li hebûna YPGê li Rojavayê Kurdistanê kir û got: “Efrîn ji bo me bajarekî giring e û em rê nadin li Sûriyê korîdorek terorê ava bibe.”

K24
Top