• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî bi dîwana Melayê Cizîrî peyama serxwebûnê da

Gulan Media September 17, 2017 Nûçe
Serok Barzanî bi dîwana Melayê Cizîrî peyama serxwebûnê da
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di 14'ê Îlonê de li Zaxo di şahiya piştgiriya referandûmê de ji Dîwana Melayê Cizîrî malikek xwend û wiha got; "Pişt nadin duhezar xencer û tîr û rim û xişt... Me serî daniye rê û bi Xudê bestiye pişt û me pişta xwe daye hingo."

Li çar aliyên Kurdistanê, bi coşeke mezin şahiyên piştgiriya referandûmê didomin. Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî beşdarî şahî û çalakiyan dibe û peyamên girîng dide. Serokê Kurdistanê di şahiya li Zaxoyê de ji Dîwana Melayê Cizîrî ev malîk xwend û peyama serxwebûnê da.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li festival Zaxo de got: "Îşaretê bidin şe'reka zanayê mezin Melayê Cizîrî. Helbesteke dirêj e lê ez ê wî qismê dawiyê bixwînim. Dibê; 'Pişt nadin du hezar xencer û tîr û rim û xişt. Me serî daniye rê û bi Xudê bestiye pişt' û me pişta xwe daye hingo "

Nivîskar û Lêkolînerê Cizîrî Abdullah Yaşin, li Medreseya Sor li ser gora Melayê Cizîrî peyama ku Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi dîwana Melayê Cizîrî da; şîrove kir û wateya wê malikê wiha rave kir; "Em qeweta xwe ne ji şûr û rim û xenceran disitînin; di vê rêyê de em li serê xwe borî ne, êdî em paş ve venagerin."

Lêkolîner û nivîskar Abdullah Yaşîn ji K24ê re wiha ev malik şîrove kir: "Seydayê Melayê Cizîrî, di Dîwana xwe de wiha gotiye; 'Nadin duhezar xencer û tîr û rim û xişt. Me serî daniye rê û bi Xudê bestiye piş'." Cenabê Serok Barzanî li Zaxo bi vê malikê ji xelkê re dibêje; me hûn ji xwe re kirine pişt, hûn jî ji vê re hazir bin. Şîroveya vê ev e, ku du hezar xencer û tîr û rim û xişt hebin jî em natirsin, me pişta xwe daye Xudê û me serê xwe daye vê rêyê. Yan Kurdistan yan neman."

Ehlê tesewûfê Mela Ehmedê Cizîrî ango Melayê Cizîrî, li gorî salnameya Mîladî di salên 1570 û 1640'î de jiyaye. Mela; di malbateke oldar de mezin bûye û li Diyarbekir, Çewlik, Heskîf û Cizîrê melatiyê kiriye û heta dawiya jiyana xwe li Cizîrê maye. Di wêjeya Kurdî de Dîwana Melayê Cizîrî, berhemeke şaheser e û îro jî di nav Kurdan de pir zêde tê xwendin.
Top