Li paytexta Amerîkayê çavê kurdan li ser ahenga mezin e
Kanavala mezin a Washingtonê îro Yekşemê 16-09-2017 ye. Ofîsa Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê jî bi vê armancê ketive nava liv û tevgeran.
Berdevkê Ofîsa Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê Alex Ebsary dibêje: “Me hejmareke zêde ya alayên mezin û biçûk amade kirine da ku bi ser beşdaran de parve bikin. Herwiha me lafîte û dirûşm amade kirine da ku xelk bilind bike.”
National Molla Washingtonê bi rengên kesk, sor, zer û spî hatine xemilandin. Ev der dikeve navbera Koşka Spî û Kongresa Amerîkayê, ku qada herî mezin a kombûnan e li Amerîkayê.
Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Beyan Samî Ebdurehman ji bo hemwelatiyên kurd ên nîştecihên Amerîkayê peyamekî dide hemwelatiyên kurd. Herwiha peyama gelê Kurdistanê jî radigihîne ji bo raya giştî ya Amerîkayê.
Beyan Samî Ebdurehman dibêje: “Ez bang li hemû kurdan û dostên kurdan dikim da ku werin em bi hevre destê hev bigrin û piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê bikin.”
Tora Madyaya Rûdawê sponsoriya medyayî ya vê karnavalê dike û vê çalakiyê raste rast li ser televizyon û sosyal medya rûmal dike.
Rudaw
