Erdogan: Emê li ser referandumê 22ê Îlonê biryara xwe bidin
Vê êvarê 15ê Îlona 2017an Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji kanala nûçeyan a Ahaberê re axivî û di axavtina xwe de li ser referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê got: “Barzanî gelek baş dizane em çi difikirin. Daxuyaniya ku daye pir xelet e.”
Erdogan diyar kir, ku di demên dijwar de li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bûne û hêj li gel wî disekinin û got: “Ev tiştên ku diqewimin, me dibin ber bi pêvajoya biryareke nû.”
Erdogan amaje bi wê yekê kir, ku piştî vegera ji Amerîkayê, civîna Encumena Ewlehiya Netewî (MGK) ku dê di 27ê vê mehê bihata pêkanîn, ji bo ku mijara referandumê jî biaxivin dê di 22ê Îlonê de pêk bînin.
Recep Tayyip Erdogan herwiha got: “Ewê biryara me ya dawîn piştî civîna Encumena Ewlehiya Netewî û Encumena Wezîran di 22ê Îlonê de bibînin.”
Ev di demekê de ye ku îro 15ê Îlona 2017an li navçeya Amêdî ya ser bi parêzgeha Duhokê, ahengeke mezin ji bo piştgiriya referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê birêve çûbû û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di ahengê de gotarek pêşkêş kiribû.
Mesûd Barzanî di ahenga piştgiriya referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ya li Amêdiyê de, aşkere kiribû: “Heta îro jî ti alternatîvê ku ji bo serxwebûnê cihê referandumê bigire, bo me nehatiye.”
Herwiha îro piştî du salan Parlementoya Kurdistanê hate aktîvkirin. Di Parlamentoya Kurdistanê de ji bo biryara referandumê dengdan hate kirin û bi 65 dengên parlementeran biryara referandumê bo 25ê Îlonê hate pejirandin.
Rudaw
