Koşka Spî daxwaza vekişandina biryara referandumê kir
Sekreterê Rojnamevanî yê Koşka Spî roja înê di beyannameyekê de helwesta Koşka Spî li ser encamdana referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê aşkere kir.
Li gorî beyannameyê, Amerîka piştgirî li sazkirina referandumê li Herêma Kurdistanê nake, ku biryar e di 25ê vê mehê (Îlon) de were encamdan.
Di beyannameyê de tê gotin: “Me hertim ji serkirdeyên Kurd re gotiye ku referandum dê bandor hebe li ser şrê DAIŞê û deverên azadkirî.”
Herwiha di beyannameyê de daxwaza hilweşandina referandumê li serkirdatiya Herêma Kurdistanê hatiye kirin û hatiye gotin: “Em ji ber wê daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ku referandumê hilweşîne û dest bi diyalogeke cidî li gel Bexdayê, ku wîlayetên yekgirtîyên Amerîkayê çendîn car amaje pê kiriye, ku amade ye hêsankariyê bike.”
Daxuyaniya Sekreterê Rojnamevanî yê Koşka Spî di demekê de ye, ku roja Înê 15ê Îlonê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, ku referandum nayê paşxistin û dê di 25ê Îlonê de were encamdan.
Barzanî ku di ahenga piştgiriya bo referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê li Amêdiyê axivî, tekez kir: “Duh şandek li cem min bû, ez daxwazekê li we dikim, gelek xwe bi nûçe û gotinên televizyonan mijûl nekin. Heta îro ev alternatîva ku cihê referandumê bo me bigire, ji me re nehatiye. Referandum amraz e, ne armanc, amraz e ji bo serxwebûnê û armanc nîne, serxwebûn armanca me ye. Bila kerem bikin li cihê referandumê wê alternatîvê ji me re bînin, referandum her pêwîst nake. Lê belê ji me re bêjin ku referandumê paş bixin û em dê vê û wê ji we re bikin, em dibêjin ku gelek soz dane me, lê belê ti ji wan (sozan) cîbicî nekirin, ji ber wê jî em referandumê paş naxin.”
Duh pêncşembiyê jî Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Brett McGurk û balyozên Amerîka û Brîtanya yên li Iraqê tevî Nûnerê NY li Iraqê li Duhokê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiyabûn û daxwaza paşxistina referandumê kiribûn.
Serokatiya Herêma Kurdistanê jî piştî vê civînê di daxuyaniyekê de ragihand, ku şanda hevpeymana alternatîvek li şûna referandumê pêşkêşî Serok Barzanî kiriye.
Her duh Barzanî di karnavala mezin a piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê de li Zaxo ragihandibû, ku wî alternatîv ji şandeke Amerîka, Brîtanya û Netewên Yekbûyî wergirtiye û dabû xuyakirin, ku wî ji şandê re gotiye, biryara referandumê biryara wî bi tenê nîne û ew dê piştî gotûbêja bi serkirdatiya siyasiya Kurdistanê bersiv bidin.
Rudaw
