Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê
Bi vê hengava Parlemena Iraqê, carekî din şikesta şeraket û binpêkirina destûr û nehiştina bingehên tewafuq û vegerana ji bo zorîne û kemîne dûpat kir.
Gelê Kurdistanê bi giştî û cemawerê Parêzgeha Kerkûkê bi tu awayekî pabendî vê biryara Parlemena Iraqê nabin, birêz Necmedîn Kerîm ji Parlemena Iraqê bawerî wernegirtiye heta jê bê wergirtin. Parêzgerê Kerkûkê bi hilbijartin û li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bawerî wergirtiye û xelkê Kerkûkê xwediyê wê biryarêye neku Parlemena Iraqê.
Dr. Umêd Sebah
Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê
14.09.2017
