• Friday, 20 February 2026
logo

Ji Enqerê daxuyaniya referandumê

Gulan Media September 14, 2017 Nûçe
Ji Enqerê daxuyaniya referandumê
Wezareta Karên Derve derbarê giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê de ragihand: "Em destnîşan dikin ku digel hişyarî û pêşniyazên dostane yên li ser mijara referandumê, Herêma Kurdistana Iraqê helwesta xwe ya giştpirsiyê naguherîn, divê baş bizanibe ku dê muheqeq baca israra di referandumê de hebe.”

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva de hat diyarkirin ku biryara Meclisa Nûnerên Iraqê ya referanduma ku Başûrê Kurdistanê red kirî ku di 12ê Îlonê de stendibû bi memnûniyet hatiye pêşwazîkirin.

Di daxuyaniyê de hat bibîr xistin ku Tirkiyê berî niha jî çend caran bi daxuyaniyan bal kişandiye ser giştpirsiyê û hatiye gotin: “Di serî de ji bo Herêma Kurdistana Iraqê û xelkê dost û bira yê Iraqê rîskan dihebîne.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:"Em biryara Meclisa Nûnerên Iraqê ya 12ê Îlonê, wek îfadeya herî zelal a li ser ehemmiyeta yekparçeyiya axa Iraqê û yekîtiya wê ya siyasî dibînin û bi awayekî bihêz piştgiriyê dikin.

Digel hemû hişyariyên endamên xwedî hesasiyet ên raya giştî ya navneteweyî û Tirkiyê serkirdayetiya Herêma Kurdistana Iraqê helwesta xwe ya biisrar didomîne û daxuyaniyên hestiyar didin. Em destnîşan dikin ku digel hişyarî û pêşniyazên dostane yên li ser mijara referandumê, Herêma Kurdistana Iraqê helwesta xwe ya referandumê naguherîne. Loma jî divê baş bizanibe ku dê muheqeq baca israra di referandumê de hebe.”

Rudaw
Top