• Friday, 20 February 2026
logo

SILÊMANÎ – Otomobîl ajotine ser kadroyên PDKê: kuştî û birîndar hene!

Gulan Media August 15, 2017 Nûçe
SILÊMANÎ – Otomobîl ajotine ser kadroyên PDKê: kuştî û birîndar hene!
Li bajarê Silêmaniyê di dema amadekariyên salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de, kesekî bi otomobîla xwe ajote ser kadroyên vê partiyê û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û çend kesên din jî birîndar bûn.

Şeva derbasbûyî 14-08-207, li bajarê Silêmaniyê, şofêrekerî otomobîla xwe ajote ser kadroyên PDKê.

Li gorî agahiyan bûyer di demekê de qewimî, ku kadroyên PDKê amadekariya salvegera damezrandina partiya xwe dikirin.

Di encama bûyerê de kadroyekî PDKê canê xwe ji dest da û çend kesek jî birîndar bûn. Hate gotin, ku rewşa birîndarekî metirsîdar e.

Li gorî zanyariyên gihiştine destê Rûdawê, şofêr hatiye desteserkirin lê heta niha jî sedema vê bûyerê nayê zanîn.

Rudaw
Top