• Friday, 20 February 2026
logo

Netanyahu: Pêwîst e dewleta Kurd a serbixwe hebe

Gulan Media August 14, 2017 Nûçe
Netanyahu: Pêwîst e dewleta Kurd a serbixwe hebe
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu radigihîne, pêwîst e dewleta Kurd a serbixwe hebe û ew jî piştevaniyê li wê dewletê dikin.

Rojnameya Orşelîm Post a Îsraîlî belav kir, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji şandeke Amerîkî ku ji 33 endamên Kongressê yên ser bi Partiya Komariyan ve ragihand, pêwîst e dewleta Kurd a serbixwe hebe.

Wê rojnameyê belav kiriye, ku Netanyahu di hefteya borî de pêşwazî li wê şanda Kongressa Amerîkî kiriye û helwesta xwe xwe ya erênî derbarê damezrandina dewleta Kurdî ya serbixwe nîşan daye.

Hevdem Netanyahu Kurd jî bi gelekî aza binav kiriye û gotiye: “Gelekî qehreman e û bihayên me yên hevbeş hene û piştevaniya rojava dikin.”

Li gor wê rojnameyê, Netanyahu gelekî kêm amaje bi bi piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dike, ji ber hestiyariya wê pirsa siyasî ji aliyê rêveberiya Donald Trump, ku di meha Çileya borî de serdana Koşka Spî kiribû û ta niha wiha diyar e ku Amerîka piştevaniya siyaseta mana Iraqa yekperçe dike û naxwaze Iraq bibe çend perçe.

Rojnameyê amaje bi wê jî kiriye, bi gelemperî Netanyahu behsa wê pirsê nake, lê berê û di sala 2014an de di gotarekê de li Tilevîvê ragihandibû, pêwîst e Îsraîl piştevaniya bîrokeya damezrandina dewleta Kurdî ya serbixwe bike.

Daxuyaniya Netanyahu di çarçova raportekê de ku amaje bi metirsiyên herêmî kir û nîşan da ku hejmûna Îran li Sûriye, Iraq, Yemen û çend welatên din yên Rojhilata Navîn zêde dibe.

Di wê gotarê de Netanyahu amaje bi wê jî kiribû, her navçeyeke Sûriyê ku ji DAIŞê tê pakirin, Îran destê xwe dixe wê û 20 hezar çekdarên Şîe yên ser bi Feyleqa Qudis jî şandiye wî welatî.

K24
Top