Dermirtaş: Sedema girtina me hilbijartina pêşxwet e
Nobeta Edalet û Wijdanê ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amedê, Stenbol û Wanê dabû destpêkirin, li bajarê Eziromê li Parqa Aştî yê Musa Enter dewam dike. Di roja 6mîn a nobetê de peyama Hevserokê HDPê hat xwendin.
Demirtaş diyar kir ku, Ti barîkat û ablûka nikarin hezkirina di navbera HDPê û gel de qut bike. Tevgerên ku hemû mafên siyasî, exlaqî, peymanên navneteweyî û makeqanûnê binpê dikin, dê nekarin HDPê tasfiye bikin. Dê hikûmet negihîje armanca xwe.
Tifaqa AKP-MHPê amadekariya hilbijartina pêşxwet da destpêkirin. Sedema girtina me û hevalên me, ev e. Sedema xistina Hevserok û Parlamentera me yê Wanê Figen Yuksekdag bi awayeke derqanûnî, amadekariyên hilbijartina pêşxwet e. Em ji hilbijartinê natirsin.
