• Friday, 20 February 2026
logo

HDP banga hevgirtinê li CHP dike

Gulan Media August 11, 2017 Nûçe
HDP banga hevgirtinê li CHP dike
Partiya Demokratîk a Gelan HDP banga hevgirtinê li Partiya Gel a Komarê CHPyê dike.

Parlementerê HDPyê Sirri Sureyya Onder di hevpeyvînekê xwe de dibêje li gor sîstema nû ya Tirkiyeyê divê ji sedî 50î zêdetir deng were bidestxistin. Ji ber vê yekê hevgirtina HDP, CHP û aliyên din ên demokrasiyê merc e. Parlementerê HDPyê herwiha diyar dike ko hevgirtina HDP û CHPyê divê desthilatdariya rêvebirina Tirkiyeyê ji xwe re bike armanca sereke û li gor wê xebat bike. Ger hevgirtinek bi vî awayî pêk neyê dê dahatûya Tirkiyeyê xirab be.

Berî niha çend rojan Hevserokê HDPyê Selahattîn Demîrtaş jî banga hevgiritina hêzên demoktratîk ên Tirkiyeyê kiribû.

K24
Top