wekî şanda dewleteke serbixwe pêşwaziya şanda Kurdistanî hate kirin
Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ku navenda wê li Swîsrayê ye li Ammanê ji bo diristkirina rewşa tendirustî û şert û mercên mehkûman civînek li dar xist.
Heyeta sendikayên Kurdistanê ji heyeta Iraqê hate veqetandin û wekî dewleteke serbixwe di protokole de hat pêşwazîkirin. Di civînê de ji xeyrî heyeta Kurdistanê nûnerên Iraq, Libnan, Cezayir, Tunis û Fasê cih girtin.
Wezîrê Tendirustî yê Urdinê û Nûnerê Komeleya Bijîşkên Dinyayê jî tevlî bernameyê bûn û di civînê rola zêdekirina sendîqayên tendirustî hat nirxandin.
