Ji DYAyê piştgiriyeke xurt ji bo serxwebûnê
“Kurdistan ne beşeke Iraqê ye”
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di axaftina xwe ya dîrokî a li Kongreya DYAyê destnîşan kir ku Şerê bi DAIŞê re ev nîşanî me da; “Kurdistan ne beşeke Iraqê ye û wiha got: “Vê yekê ne me, Iraqê bi xwe nîşanî me da. Em mafê serxwebûnê ku ji hemû miletan re hatiye dayîn ji bo xwe jî dixwazin.”
“Niha dema serxwebûnê ye”
Mesrûr Barzanî jenosîda Enfalê bibîr xist û axaftina xwe wiha domand: “Ji avabûna wê heta 1991an rejîma Iraqê li hemberî Kurdan bi êrişên kimyewî û Enfalan komkujî pêkanîn. Piştî serhildana 1991an Kurdistanê heta radeyekê azadiya xwe bi dest xist. Em êdî naxwazin li aliyekî li benda komkujiyan bimînin. Em dixwazin pêşeroja xwe diyar bikin û ewlekariya xwe pêk bînin. Dema ku DAIŞê êrişî Kurdistanê kir, hat gotin ku dem ne ‘guncaw e’, niha DAIŞ ber bi tunebûnê ve ye û dîsa jî dibêjin ‘dem ne guncaw e’. Gelo dem wê kengî guncaw be? Li gorî me dem dema serxwebûnê ye.”
“DAIŞ di dema yekgirtina axa Iraqê de derket”
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Barzanî di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku Iraqê di şerê li dijî DAIŞê de peywîra xwe bi cih neanî û wiha got: “Eger Bexdayê peywîra xwe ya di hemû waran de pêk bianiya DAIŞ dernediket. DAIŞ di heyama yekgirtina axa Iraqê de derket. Nexwe em rêveberiyeke Kurdistanê biceribînin û bibinîn. Dema ku DAIŞê êriş kir, Artêşa Iraqê cihên xwe terikandin û ji DAIŞê re hiştin. Lê belê Pêşmerge DAIŞ rawestand. Tecrubeya sedsalî nîşan dide ku Iraqa ‘yekgirtî’ ji kêşeyan re nebûye çareserî.”
Mesrûr Barzanî di dewama gotara xwe de ragihand ku ew dixwazin rewşa heyî bi awayekî aşitiyane biguherînin û eşkere kir: “Me Kurdan hemû rêveberiyên Bexdayê tecrubekirin, rêveberiya heyî jî ne ji yên din cihêtir e. Bexdayê li hemberî xelkê Kurdistanê kiryarên xerab pêkanîn. Bexdayê benda 140an pêk neanî ji ber ku eger ev pêk bihata, dihat zanîn ku wê ew dever bi Kurdistanê ve bihatana girêdan. ÎIraqê xwest kêşeyên heyî bi rêyên leşkerî çareser bike. Hevgirtina me ya bi Iraqê re dibe sedema kêşeyên nû û em dixwazin êdî dawî li vê rewşê bînin. Potansiyela me heye ku em xwe birêve bibin. Ji 1991an û vir ve tu leşkerên DYAyê li Kurdistanê canê xwe ji dest nedaye.”
“Têkliyên me yên bi Tirkiyeyê re baş in”
Mesrûr Barzanî li ser pêwendiyên bi Tirkiyê re jî sekinî û got, “Têkiliyên me yên bi Tirkiyê re baş in. Di dahatûyê de em dixwazin bi Iraqê û welatên din re jî di nava pêwendiyên baş de bin.”
“Divê li Rojava herkes xwedî mafê gotinê be”
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de jî wiha axivî: “Em ne li dijî wê yekê ne ku Kurd li Sûriyê bigihijin mafên xwe. Di vê mijarê de bi PYDê re pirsgirêkeke me nîn e. Em tenê dixwazin li Rojava aliyên din jî xwedî mafê gotinê bin û hemû bi hev re di nava têkiliyên baş de bin.”
“Em dixwazin bibin du cîranên baş”
Barzanî di dewama axaftina xwe de diyar kir ku li Iraqê ne tenê di navbera Bexda û Kurdan de kêşe hene û wiha axivî: “Di navbera rêveberî û Sunneyan de jî kêşeyên mezin hene. Eger Kurd di derbarê pêşeroja xwe de ne xwedî fikarên mezin bûna, veqetîna ji Iraqê nedianîn rojevê. Lê belê rastiyek li pêşiya me ye û ne pêkan e ku pêşerojeke aram û ewle bi Iraqê re pêk were. Ji ber wê yekê çareseriya rasteqîn veqetîna Kurdistanê ji Iraqê ye û herdu bibin du cîranên baş. Ev di berjewendiya Kurdistan û Iraqê de ye. Dibe ku Kurdistan û Iraq di warên petrol, av û gelek warên din de di hevkariyê de bin û bibin du hevalbend. Niha li Kurdistanê milyonek û 800 koçber hene. Weke ku çawa me Xirîstiyanên li Nînowayê û hemû pêkhateyên etnîkî û olî yên li Kurdistanê parastin, em mexdûrên şer jî diparêzin û pêdiviyên wan dabîn dikin. Armanca me ne ew u em asayîşa herêmê têk bibin, armanca me ew e ku em Kurdistanê bikin welatekî ji bo hemû pêkhateyan ku tê de bi aramî û di nav biratiyê de bijîn. Ji ber vê yekê em daxwaza piştgiriya hemû cîhanê û nemaze jî daxwaza piştgiriya DYAyê dikin.
“Kerkûk ji referandûmê re amade ye”
25ê Îlonê wê li herêmên Kurdistanê yên derveyî Îdareya Kurdistanê jî sindoqên referandûmê bên danîn û deverek ji van jî bajarê dîrokî yê Kurdistanê Kerkûk e. Parêzgerê Kerkûkê Necmettîn Kerîm ku beriya niha biryara rakirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê pesend kir û pêkanî jî beşdarî konferansê bû û axaftinek pêşkêş kir. Kerîm eşkere kir ku referandûm ji bo serxwebûnê pêk tê û diyar kir: “Li Kurdistanê hemû pêkhateyên etnîkî, sîyasî, olî û mezhebî derbarê referandûmê de yek deng in. Her ku diçe piştgiriya ji bo referandûmê jî zêdetir dibe.” Necmettîn Kerîm her wiha ragihand ku Kerkûk ji bo referandûmê amade ye û wiha axivî: “Serxwebûn xeyaleke sedsalî ya Kurdan e. Kurd êdî dixwazin vê xeyala xwe pêk bînin. Bexdayê benda 140an pêk neanî. Referandûm dê li derveyî Kurdistanê jî pêk were û Kerkûk ji bo referandûmê amade ye.”
“Cîranê herî baş ji bo Tirkiyeyê Kurdistan e”
Genaralê Amerîkî Ernie Audino di axaftina xwe ya di konferansê de got ku divê Tirkiye li dijî daxwaza Kurdistanê ya serxwebûnê dernekeve. Audino her wiha eşkere kir ku Kurdistan ji bo Tirkiyeyê di warê aborî û têkiliyên bazirganî de ji cîranên herî berhemdar û ewle ye û ragihand: “Ji bo şerê li dijî DAIŞê û rêxistinên terorîst yên din, divê piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bê kirin.
“Dema serxwebûna Kurdistanê hatiye”
Generalê Amerîkî Ronald Griffith jî destnîşan kir ku dema serxwebûna Kurdistanê hatiye û wiha axivî:” Divê DYA dev ji polîtîkaya xwe ya ‘yekgirtina axa Iraqê’ berde. Iraq ne havelbenda DYAyê û li gor berjewendiyên Îranê tev digere.”
“Sykes-Picota ku Kurdistan parçe kiribû têk çû”
Generalê DYA’yî Jay Garner ku demên curbicur di bin fermandariya Amerikayê de li Kurdistanê hatiye wezifedarkirin jî di konferansê de axifî. Jay Garner di axaftina xwe de wiha got; “Peymana Sykes-Picot ku axa Kurdistanê parçe kirîbû û stratejiya parastina yekgirtina axa Iraqê pûç bûye û divê DYA dev ji vê stratejiyê berde.” Garner bal kişand ser wê yekê ku Kurd ji 1991an û vir ve di nava tecrûbeya xwerêvebirinê de ne û destnîşankir ku divê serxwebûna Kurdan bê destek kirin. Garner wiha domand; “Kurdan di dema êrişên DAIŞê de nîşan da ku gelekî çendî berxwedêr e. Wek çawa ku Kurd hemû aliyên olî û nijadî yên li Kurdistanê diparêze her wiha Erabên Sunne jî diparêze.”
“Kurdistan dê teqez serbixwe bibe”
Balyozê Berê yê DYAyê Xirwatîstanê Peter Galbrait jî di axaftina xwe ya di konferansê de got “Baweriya Wezareta Derve ya DYAyê êdî bi yekgirtina axa Iraqê nemaye. Kurdistan dê teqez serbixwe bibe.”
“Tenê Kurdan Tirkmen parastin”
Serokê Komelaya Çandê yaTirkmenan Cevdet Najar di konferansê de axaftinek kir û got tenê Kurdan Tirkmen parastin û axaftina xwe wiha domand: “Em wek Tirkmen, Kurdistanê mîna welatê xwe dibînin û piştgiriyê didin serxwebûna Kurdistanê. Kiryarên rêveberiya Bexdayê dike ku Tirkmen, Iraqê wek welatê xwe nebînin.” Najar bal kişand ser komkujiya li dijî Tirkmenan a 1958an û destnîşan kir ku wê demê tenê Kurdan alikarî daye Tirkmenan û ew parastine. Najar bi bîr xist Tirkmen ji 1961an û vir ve piştgiriyê didin serhildanên Kurdan û wiha domand; “Çimkî yên ku Tirkmen parastin her Kurd bûn. Birêz Mistafa Barzanî Tirkmen weke pêkhateyeke bingehîn ên Kudistanê dît. Digel ku li Iraqê Tirkmen weke kêmare tên hesibandin bi saya serokê Kurdistanê Mesud Barzanî Tirkmen li Kurdistanê weke pêkhateya bingehîn a Kurdistanê tên hesibandin. Wek pêkhateyeke bingehîn a Kurdistanê daxwaziya me ji DYA ew e ku piştgiriyê bide serxwebûna Kurdistanê.
Kî beşdarî konferanê bûn?
Kes û dezgeyên ku beşdarî konferansê bûn ev in; Serokê Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Endamê Politburoya YNKê û Parêzgerê Kerkûkê Necmeddin Kerim, Nûnerê Başûrê Karolinayê yê kongreya DYA Joe Wilson, Senotorê Arizonayê yê ji Partiya Komarparêz Trent Franks. Li hêla din beriya konferansê rojnameya Washington Times ku rojnameyeke bi bandor e, hejmareke taybet ku ji nivîsarên li ser piştgirîkirina serxwebûna Kurdistanê pêk dihat belav kir.
Ji DYAyê ji bo referandûmê şandeke çavdêriyê tê Kurdistanê
Li hêla din amadekariyên pêkanîna referandûma serxwebûnê berdewam dikin û serdana şandeyên navdewletî bo Kurdistanê jî dest pê kir. Serokê Komîsyona Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê Hendrên Mihemed, eşkere kir ku şandeyeke Amerîkî hefteya derbasbûyî ji bo çavdêrîkirina referandûma serxwebûna Kurdistanê hatiye Hewlêrê.
Basnews
