Vegera koçberên Serêkaniyê heta duşemê hat paşxistin
Berdevkê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Mehmûd Cemîn diyar kir ku, piştî hat ragihandin sibe (pêncşem) karwana yekem a koçberên Serêkaniyê vedigere warê xwe, heta roja duşemê hat paşxistin.
Ji ber temamnekirina amadekariyên hejmarek ji malbatan biryara paşxistinê hat dayîn.
Armanc ji paşxistinê vegera birêxistinkirî û ewle ya şêniyan were misogerkirin, da ku beriya vegerin malên xwe aliyên lojistîkî werin temamkirin û tedbîrên vegerê bêyî astengiyan pêk bê.
Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl Elî îro ragihandibû ku karwana yekemin a koçberên Serêkaniyê sibe sibehê (6 Tebax 2026) vedigere warê xwe.
ANHA
