• Saturday, 21 February 2026
logo

ŞERÊ MÛSILÊ – Ji 3 malbatan tenê xwîşk û birayek rizgar dibin

ŞERÊ MÛSILÊ – Ji 3 malbatan tenê xwîşk û birayek rizgar dibin
Di dema operasyona hêzên ewlekariya Iraqê ya ji bo kontrolkirina taxa Mişêrife ya Mûsilê de, DAIŞê karesateke mirovahiyê pêk anîn. Mirovên sivîl, dema ji nav agirê şer direviyan, dibûne armanca gullebaran û topbarana DAIŞiyan. Kamerayên Rûdawê, bi dehan çîrokên trajîk ên şerî tomar kirin.

Di nav germ û gura agirê şer de, tenê rêyeke xeter û metirsîdar ji bo reva mirovên sivîl hatiye vekirin. Çekdarên DAIŞê bi qenas û çekên din gulle biser mirovan de dibarînin. Rêya revê, rêya man û nemanê ye.

Gelek dayik û bav, jiber agirê DAIŞiyan mirin û zarok sêvî man. Ewên reviyane, ev demeke dirêje ji av û nan bê par in.

Mûsilî bi birçî û tîn, ji mirinê direvin. Jinekê pîr, jiber germê bê nefes maye û li erdê ketiye. Êdî çokên wê nikarin wê rakin.

Dayikek ji tirsa mirinê zarokê xwe bicîh dihêle. 6 zarokên ku ji nav şer hatine rizgarkirin jî bê dayik û bav mane. Dayik bavên wan hatine kuştin û xelk nizane wan bişîne ku derê. Pîremêrek bi birîndarî ketiye, di nav taya mirinê de ye.

Ji rexekî ve jî 3 malbat bi hevre derketine vê rêya xeter. Lê tenê nûciwanek û xwîşka wî karîne xwe rizgar bikin. Lê herdu jî birîndr in. Hemû endamên van 3 malbatan bûne qurbanê vê karesatê.

Rûdaw di bernameya Red Line de van çîrokan hemûyan û dîmên raste rast ên şerê Mûsilê radixe pêş çavan.

Bernameya Red Line roja Çarşemê, 16ê Gulana 2017, dê liser ekranên Rûdawê be.


Ruda
Top