HDP ji bo aştiyê nexşerêyeke nû amade dike
Desteyên berpirs ên HDP’ê hîn jî li ser vê nexşerêyê dixebitin. Partiya desthilat Ak Partî jî vê yekê bi erênî dinirxîne. Lê ew derbarê bicîanîna pêwistiyên vê yekê de pir ne bi hêvî ne.
HDP dê di 20ê vê mehê de kongreyeke awarte li dar bixe û dê li şûna Fîgen Yuksukdag hevserokeke nû hilbijêre.
Berdevkê HDPê Osman Baydemîr diyar kir, ku ew dê di kongreya HDPê de ji bo aşitiyê nexşereyeke nû jî diyar bikin.
Di nava HDPê de li ser naveroka nexşerêyê gotûbêj berdewam in. HDPyî dibejin di serdema nû de ew dê ji bo aşitiyê berpirsariyên xwe bi cî bînin.
