Cêgrê serokê perlemantoyê Ewropa piştevaniya xwe ji bo referandoma Herêmê diyar dike
Dilawer Ajgeyî, nûnerê hikumeta Herêma Kurdistanê li yeketiya Ewropa digel hindek beprisên perlemantoyê Ewropa dîdar kirin, pirsa referandoma serixwebûna Herêmê jî di gel da gotubêjkir.
Rîçard Çarnêskî, cêgrê serokê perlemantoya Ewropa, piştevaniya xwe ji bo referandoma Herêma Kurdistanê diyar kir û ragehand; hîvîye di seqayekê demokrat û aştiyane da ew referandom bihê kirin.
Şandê Herêmê jî supasiya helwestê wî kir, herdu alî jî rêkeftin di paşerojeka nêzîk da li dor serxistina karên hevpişk hevkar bin.
War.tv
