• Saturday, 21 February 2026
logo

Du berpirsên leşkerî yên PKKê jiyana xwe ji dest dan.

Du berpirsên leşkerî yên PKKê jiyana xwe ji dest dan.
Ji ber bombebaranên balefirên şer ên Tirkiyê yên li ser binkeyên leşkerî yên PKKê du berpirsên leşkerî yên PKKê jiyana xwe ji dest dan.

Li gor zanyariyên ji aliyê YJA-Star (Yekîneyên Jinên Azad) ên baskê leşkerî yên hêzên jin ên PKKê rojên 26 û 28ê meha borî balefirên şer ên Tirkiyê zincîre êrîşek pêkanîn û di wan êrîşan de du endamên Konseya leşkerî yên YJA-Star jiyana xwe ji dest dane.

Herwaha hate aşkera kirin di encama wan bombebaranan de du jinên berpirsên leşkerî yên bi navên Nalîn Muş û Hêlîn Dersîm jiyana xwe ji dest dane.

Li gor zanyariyên ji malperên nêzîk PKKê hatine belav kirin, Nalîn Muş xelkê Muş a bakûrê Kurdistanê ye û di sala 1993ê beşdarî PKKê bûye, Herwaha Hêlîn Dersîm jî xelkê Dersîmê ya bakûrê Kurdistanê ye û sala 1997ê beşdarî PKKê bûye.

Basnews
Top