Berpirsek wezareta Pêşmerge: Temamê emîrên kurd ên di nav DAIŞê de beramber Pêşmerge hatin kuştin
Cîgirê serfermandarê wezareta Pêşmerge Salar Mihemed Cebar ji BasNewsê re ragehand: ‘’Temamê çekdarên kurd ê di nav DAIŞê de hatine kuştin, ewên ku mane dikare bi tiliyên dest bên hejmartin, di nav kuştiyan de temamê wan kesan hebûn ku xwedî paye û pileya emîrî di dest wan de bû, li hember Pêşmerge hemû têkçûn, bi taybet ew emîrên ku ji eniya Kerkûkê re hatibûn rêkirin jî hebûn, beşek ji wan li Qelaçokran û beşek ji wan li eniya bendava Mûsilê, Xazirê, Guwêr û Mexmûrê hatin kuştin.’’
Herwaha got: ‘’Ti tiştekî bi navê emîrê DAIŞê li Mûsilê nemaye, piraniya wan hatin kuştin û amarên wan jî li saziya istixbaratê heye ku eger pêwîst bû dê bên belav kirin.’’
Basnews
