• Saturday, 21 February 2026
logo

Sîrwan Barzanî: Pêşmerge amadeye ku biçe Hewîceyê

Sîrwan Barzanî: Pêşmerge amadeye ku biçe Hewîceyê
Fermandarê Eniya Giwêr û Mexmûrê yê Hêza Pêşmerge Sîrwan Barzanî derbarê operasyona Hewîceyê de diyar kir ku hêzên Pêşmerge bo rizgarkirina navçeya Hewîceyê amade ne.
Sirwan Barzanî derheqê rewşa Giwêr û Mexmûrê de destnîşan kir ku DIŞI li sînorê Giwêr û Mexmûrê bi 51 kîlometreyî hevsînorê wan e û ji bo dûrxistina DIŞI ji vî sînorî Pêşmerge bi her awayî amade ye.
Barzanî di dirêjahiya axaftina xwe de diyar dike ku Pêşmerge ji bo qezaya Hewîceyê ji destê terorîstên DIŞIê were rizgarkirin bi her awayî amade ye lê ji ber ku artêşa iraqê ne amade ye ew li benda amadebûna artêşê ne. Lewra artêş niha bi operasyona Mûsilê re mijûl e.
Top