• Saturday, 21 February 2026
logo

“Biryara dayîna çekan bo YPGê, ji bo Tirkiyê peyameke tund e”

“Biryara dayîna çekan bo YPGê, ji bo Tirkiyê peyameke tund e”
Bi biryara Serokê Amerîkayê dayîna çekên giran bo YPGê hate pesendkirin. Vê biryarê li Tirkiyê rê li ber reaksiyonên tund vekir. Ji bilî Serokwezîr û wezîran Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan nirxandina herî dawîn kir û got; her rûdaneke li Sûriye û Iraqê bi meseleyên neteweyî yên Tirkiyê re eleqedar e. Divê Amerîka ji vê xetaya xwe vegere.

Biryara dayîna çekên giran yên ji bo YPGê ku ji aliyê Trupm ve hate pejirandin li Tirkiyê bi tundî hate rexnekirin. Digel Serokwezîr û Wezîrê Derve, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku di hevdîtina digel Trump de ew dê van mijaran bîne rojevê û beriya biçe Amerîkayê jî ew hêvî dike ji vê şaşiyê bê vegerîn. Derbarê dayîna çekên giran yên bo YPGê de pisporên Rojhilata Navîn jî diyar kirin ku Trump li Sûriyê di têkoşîna li dij DAIŞê de li pey serkeftinekê ye. Artêşa Amerîkayê jî ji Trump re dibêje li Reqqayê û li dijî DAIŞê serkeftin encax bi navbeykariya YPGê mimkûne. Vebijarkeke din ya leşkerî jî tûneye. Loma Trump jî polîtîkaya berê ya Obama daye meşandin û ev biryara ku li Tirkiyê rê li ber qeyranê vekir ragirtiye.

Pisporê Rojhilata Navîn Oytun Orhan ji K24ê re wiha axivî: “Beriya hevdîtina Erdogan û Trump bi hefteyekê û di wê serdema şandeya Tirkiyê ku li Amerîkayê bu digel Hulusî Akar, Hakan Fîdan û Îbrahîm Kalin ragirtina biryara piştevaniya çekên giran bo YPGê peyameke gelekî tunde ji bo Tirkiyê. Ev tê wê wateyê? Amerîka dibêje; "Di hevdîtina Trump û Erdogan de ji me nekevin hêviyê, em ê operasyona Reqqayê bi YPGê re bidin meşandin."

Li gorî pispor Oytun Orhan, Amerîkaya ku li dijî DAIŞê bi YPGê re dimeşe wê metirsiyên Tirkiyê jî teqez li ber çav bigire. Wek garantoriya sînorê başûrê Tirkiyê. Amerîka di heman demê de wê nehêle ku ew çekên giran yên di deste YPGê transferî Tirkiyê bibin, di vê derbarê de jî wê garantoriyê bike. Heta ji bo ku Amerîka Tirkiyê aş bike wê jê re bibêje “piştî operasyonê wê YPG ji Reqqayê vekişe.” Bi boçûna Orhan, piştî wan tecrûbeyên Minbîç û Tel Ebyadê wê Tirkiye zêde baweriya xwe digel PKKê bi Amerîkayê re jî neyine û dê qeyran kurtir bibe û dê gavên krîtîk bên avêtin.

Oytun Orhan got: “Wê ev qeyrana di nava Amerîka û Tirkiyê de kurtir bibe. Digel Amerîkayê jî wê Tirkiye di hindek warên ku valahiyê tê de bibîne êrîşên li dijî YPG û PKKê hem li Iraqê û hem jî Sûriyê berdewam bike. Heta Tirkiye ji bo Amerîkayê biêşîne dibe ku careke din asêkirina baregeha Încirlikê jî bixe rojevê. Lê qeyran wê nebe sedema veqetîna Tirkiyê ji NATOyê û bêhtir xurtkirina hevkariya Tirkiyê ya bi Rûsyayê re. Di wadeya dirêj de baweriya Tirkiyê bi Rûsyayê jî nayê.”

Li gorî pisporan Trump niha biya CENTCOMê dike. CENTCOM û hêzên Taybet yên Amerîkayê jî hevkariya bi YPGê re li Trump ferz dikin. Heta pispor diyar dikin ku gelek fermandarên hêzên taybet yên ku niha li qada şer in, li dijî Tirkiyê bi hêrs in û bi rikin, ji ber wê tezkereya di sala 2003an de ku parlamentoya Tirkiyê denge na dabû ji bo operasyona Amerîkayê ya li Iraqê. Li gorî pisporan halê hazir ji bo Tirkiyê Şengal, Kandîl, YPG û PKK yek in. Wê Tirkiye pozîsyona xwe ya li hember YPGê berdewam bike û di nexşerêya xwe de neçe guherînekê.

K24
Top