• Saturday, 21 February 2026
logo

Ebadî: Divê Bexda referandûma Kurdistanê weke metirsî nebîne

Ebadî: Divê Bexda referandûma Kurdistanê weke metirsî nebîne
Koma Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê ligel Wezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya. Hate gotin, di rojeva civînê de pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, referandûm, rewşa Şingalê û hebûna PKKê ya li herêmê, hebûye.

Şeva 11ê Gulana 2017ê, Koma PDKê li Parlamentoya Iraqê, ku ji Serokê Koma PDKÊ Erefat Kerem, parlamenter Eşwaq Caf, Viyan Dexîl, Sîrwan Sîrîî, Erdelan Nûredîn, Hakim Serhan û Osman Dokî pêk hatibûn, ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kom bû.

Parlamenterê PDKê yê Parlamentoya Iraqê Osman Doskî derbarê hevdîtinê de ji Rûdawê re ragihand; “Di civînê de behsa başkirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, mijara referandûma Başûrê Kurdistanê, hatiye kirin. Heyder Ebadî ji me re got, Herêma Kurdistanê ji bo encamdana referandûmê bi rijd e, nabe Bexda weke mijareke metirsîdar li referandûmê binere.”

Rewşa Şingalê û PKKê

Osman Doskî da xuyakirin, ku rewşa Şingalê û hebûna hêzên PKKê li vê herêmê rojeveke din ê hevdîtinê bûye û got; “Ebadî ji me re diyar kir, ku aloziya di navbera PKKê û Tirkiyê de bandor li Iraqê jî kiriye. Herwiha amaje bi wê yekê kiriye, ku pirsgirêka PKKê pirsgirêkeke navxwe ya Tirkiyê ye. Divê PKK here nav axa Tirkiyê pirsgirêka xwe çareser bike.”

Doskî herwiha anî ziman, ku Ebadî ji wan re gotiye; “Bi ti awayî em piştgirî nadin PKKê.”


rudaw
Top