• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Partiya Komînista Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Partiya Komînista Iraqê kir
Roja pênçşem 11.05.2017 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda Partiya Komînist (Hizba Şu'î) ya Iraqê kir ku bi Serokayetiya Rayd Fehmî Sekreter û Mufîd Elcezayîrî û Besam Mehî û Şimêran Merkil û Îzet Ebutemen Endamên Mekteba Siyasî ya wê partiyê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de ku bi amadebûna Kawa Mehmud Sekreterê Partiya Şu'î(Kominîst) ya Kurdistanê û Ebu Karwan Endamê Mekteba Siyasî ya wê partiyê birêveçû, behsa şerê terorîstên Da'îş û serkeftinên hêzên Pêşmerge û hemahengiya li gel artêşa Iraqê û her wiha gefên terorîstan li her sê asta navxweyî, herêmî û cîhanî kirin. Şanda mîhvan rêz û pêzanînên xwe ji bo qehremanî û qurbanîdan û xwîna Pêşmerge hebû û serkeftinên Pêşmerge li ser terorîstên Da'îş bilind nirxandin.

Li beşekî dinê hevdîtinê de şanda mîhvan dîtin û nêrînên xwe yên di derbarê proseya siyasî û hilbijartinên paşaroja ya Iraqê û rewşa aborî û civakiya xelkê Iraqê xisterû. Her wiha ronahî xiste li ser peywendiyên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê û encamdana proseya referandûmê, û li vê derbarî de şanda mîhvan, ji bilî balkişandina li ser dîroka hevbeş û xebata pêkve ya di navbera Partiya Şu'î ya Iraqê û gelê Kurdistanê ragihand, ku ew wekî Partiya Şu'î herdem li gel daxwazên gelê Kurdistanê dane.

Li beranber da Serok Barzanî behsa dîroka hevbeş û pir li hevraz û nişêvî ya di navbera gelê Kurdistanê û dewleta Iraqê û binpêbûna şeraket û destûrê kir û her wiha tîşk xiste li ser babeta referandûm û serbixweyî û sedemên binpêbûna şeraketê li Iraqê da kir.



Top