• Saturday, 21 February 2026
logo

YE: Gefên PKKê li dijî herêma Kurdistanê nayên pejiarandin!

YE: Gefên PKKê li dijî herêma Kurdistanê nayên pejiarandin!
Nûnera Yekitiya Ewropayê (YE) li herêma Kurdistanê radigehîne ku gefên PKKê li dijî herêma Kurdistanê bi ti awayekê nayê pejirandin.

Nûnera YE yê li Hewlêrê Clarisse Pasztory ji K24 re ragehand, ‘’daxuyaniyên rêveberê PKKê Riza Altun gef e û ti kes û aliyek gef li hember gel û welatekê na pejirîne.’’

Clarisse Pasztory diyar kir, PKK li Ewropa di lîsteya terorê de ye û got hêvîdarim gefên wî rêveberê PKKê tenê nêrînên wî be, ne helwêstê partiya wî be.

Berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî jî derbarê daxuyaniya Riza Altun de got: ‘’Tiştê ku dibêje aşkera û ronî ye û dikeve çarçoveya terorê’’

Herwaha Sefîn Dizeyî ragehand, qada xebata PKKê bakûrê Kurdistane û hikûmeta herêma Kurdistanê qebûl nake ew partiye dest li karûbarên navxwe yê başûrê Kurdistanê verbide.

Basnews
Top