Serok Barzanî serdana devera Sehêla kir
Di çarçoveya vê serdana han ya meydanî de Serok Barzanî serdana sengerên hêzên pêşmerge kir û ji nêz ve ji rewşa hêzên pêşmerge pirsî û pişt re li gel Fermandarên hêzên pêşmerge û hijmareke zêde ji pêşmergeyan re civiya û gotarek pêşkêşî wan kir.
Piştî civîna xwe ya li gel hêzên pêşmerge û Fermandarên hêzên pêşmerge, Serok Barzanî li gel Şênî û pêkhateyên vê deverê jî civiya û ji nêz ve ji rewşa wan û kêşe û pêşniyarên wan pirsî û pişt re jî gotarek pêşkêşî wan kir û tekez li ser parastina ewlekariya wan û awedan kirina deverên wan kir.
