• Saturday, 21 February 2026
logo

Brîtanya: Pêşmerge hêzeka Navdewletî ye

Brîtanya: Pêşmerge hêzeka Navdewletî ye
Şîretkarê civata asayîşa herêmê pêşwazî li nûnerê taybet yê serok wezîra Brîtanyayê ji bo karubarên emnahîyê li herêmê kir û navbirî dîyar kir: pêşmerge nîşan da ku hêzeka Navdewletî ye.

Mesrûr Barzanî şîretkarê civata asayîşa herêmê, pêşwazî li general Tom Bêkt nûnerê taybet yê serok wezîra Brîtanyayê ji bo karubarên asayîşê li herêmê û şanda li gel da û kir û nûnerê serok wezîra Brîtanyayê dîyar kir: biryare di du heftîyên bê da, projeya hevpişk ya Brîtanya û Amerîka û Almanyayê bi armanca rêxistin û çaksazîyê di heykelê wezareta pêşmerge da, ji bo danustandinê li ser û pesend kirina wî, bixin berdestê serkirdayetîya sîyasî ya Kurdistanê.

Navbirî dîyar jî kir: piştî bi dawî anîna Daişê jî, Brîtanya dê her li ser rahênan û meşqikirin û alîkarîyên serbazî ji bo hêzên pêşmergeyên Kurdistanê û sazîyên emnahîyê berdewam be.

Hinartîyê taybet yê serok wezîra Brîtanyayê aşkere jî kir: di rûbrûbûna terorîstên Daişê da, pêşmerge selmand hêzeka Navdewletî ye.

Ji alîyê xwe ve Mesrûr Barzanî şîretkarê civata asayîşa herêmê pêdagirî ji rêxistin û pirçekirina pêşmerge be, bi awayekî wesa berhev be ji bo stratejîyên asayîşa herêmê û rûbrûbûna êrîşan be.

War.tv
Top