PENTAGON: Piştî 30 rojan çek ji YPGê re tên şandin
Ajansên cîhanî yên nûçeyan roja sêşembiyê belav kirin, ku Rêveberiya Turmp proje biryara şandina çekên giran ji bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pesend kiriye.
Pentagonê roja sêşembiyê di daxuyaniyekê de ew zanyarî piştrats kir û ragihand: “Duh 8ê Gulanê serok ferman da Wezareta Berevaniyê bo dayîna çekan bi hêzên kurdî yên di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, ew yek jî weke pêwîstiyek ji bo serkevtina bi ser DAIŞê de li Reqa ya Sûriyê.”
Pentagonê diyar kir, Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi piştgiriya Amerîkayê û hevpeymanên wê, tekane hêz di qadên şer de ne, ku dikarin bi awayekê serkevtî di paşerojeke nêzîk de Reqayê kontrol bikin.
Li gorî daxuyaniyê, Wezareta Berevaniya Amerîkayê daye xuyakirin, ku “piştî 30 rojan ji agahdarkirinê, proseya dayîna çekdan bi YPGê dê were cîbicîkirin”, ku bi vî awayî dê ew prose di meha Hezîrana îsal de dest pê bike.
Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, Pentagonê amaje bi dilgiraniyên Tirkiyê yên derbarê vê mijarê de hatiye kirin û tê gotin: “Em ji dil agahdarî dilgiraniyên ewlehiyê yên Tirkiyeya hevpeyman di vê bareyê de. Em dixwazin xelk û hikûmeta Tirkiyê piştrast bikin, ku Amerîka pabend e bi rêgirtina ji rîskeke din a ji bo ewlehî û parastina Tirkiyê weke hevpeymanekê NATOyê.”
Derbarê dema şerê Reqayê de jî, Pentagonê destnîşan kir, şerê Reqayê giran û demdirêj dibe û tekez kir: “Lê belê bi piştratsî ve DAIŞ dê şikest bixwe û herwiha pêngavek dibe ji bo kêmkirina metirsiyên DAIŞê bo ser ewlehiya deverê û cîhanê.”
Îro Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis jî ku bi serdanekê li welatê Danmarkê bû, li ser alîkariyên Amerîkayê bo YPGê di konfranseke rojnamevanî de axivî û got: “Xwasteka me ew e ku em bi Tirkiyê re ji bo kontrolkirina Reqayê kar bikin. Em niha li ser vê mijarê diaxivin, ku em çawan kontrol bikin. Em dê vî karî her pêk bihînin, lê belê hinek caran şer hemû bijardeyê baş nade te. Ev sirûştê şer e, ew yek jî rewşek baş nîne.”
Rudaw
