Pirsenameya Serok Barzanî ji bo Dr Roj Nûrî Şawês
Birayê birêz Dr. Roj Nûrî Şawês
Bi bihîstina nûçeya koça dawî ya meta we ya birêz, xanima Mendane Şêx Selam, xemgîn bûm. Serxweşiyê li we yên birêz û malbata we ya têkoşer û kesukarê xwedê jêrazî dikim û hevxemê we me.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û aramî û sebirê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
08.05.2017
