• Saturday, 21 February 2026
logo

Hoşiyar zebarî: Li Kerkûkê jî refrandûm tê kirin

Hoşiyar zebarî: Li Kerkûkê jî refrandûm tê kirin
Li gorî agahiyên ku rojnameya The Timesê spartiye rayedarên payebilind yên li herêmê, referanduma serxwebûnê dê di demsala payîzî de bê lidarxistin
Rojnameya brîtanî The Times di nûçeya xwe ya spartiye rayedarên payebilind yên li herêmê diyar dike ku referandûma serxwebûnê dê di demsala payîzî de bê lidarxistin. Li gorî agahiyên Nûnerê Serokê herêma Kurdistanê Hemîn Hewramî referandûm wê li Kerkûkê jî bê lidarxistin.
Hoşiyar Zebarî di beyanata xwe ya rojnameyê de dibêje wan ‘hêviya xwe ji pêşeroja Iraqê qût kirine' ji ber vê yekê piştî operasyona rizgarkirina Mûsilê dê referandûmê li dar bixin.
Hawramî, di beyanata xwe ya di rojnameyê de diyar dike ku Barzanî û alîkarê Serokê DYAyê Mike Pence ‘bi awayekî cîdî nîqaşan' dikin. Herwiha ligel Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê jî hevdîtinan li dar dixînin.
Top